|
|
|
Wîkîpediya nîqaş:Mişkle[biguherîne] Bo Admîn û bikarhêneran, wekî bikarhênerek rexne û pêşniyarên min[biguherîne] Navên orijînal
[biguherîne] Rûpela destpêk
Kekê ma ez ji xêvjimêrê (Kompûtêrê) tênagihêm, herwekî zanîna min a programan nîne. Min qesta naveroka "Despêk" ê nekir. Ji aliyê dirûvê (şekil, estetîk) ve hin caran guhertin baştir dibe. --Bablekan 19:23, 5 reşemî 2007 (UTC)
TV gelek grîng in. Li Bakurê welêt ji nivşên nû gelek amator nivîskar hene. Lê riya wan bi Wîkîpediyayê neketiye. Wextekê min jî nedizanî Wîkîpediya çiye. Ji min wertir bû, ev ensîklopedî ji aliyê pisporan (zimanzan hwd) tê amadekirin û tirsa min hebû ez tevlî bibim. Ango projekta Wîkîpediyayê nayê zanîn, gelê me nebihîstiye. Bikaranîna Internetê rojbiroj zêde dibe. Heger TV yên me (Roj TV, Kurdistan TV, Kurdsat hwd) di nûçeyan û bernameyên taybet de hinde balê bikişînin ser gelek kes dibihîse. Dîsa rojname jî. Ez behsa kampanyeyek dikim, kampanyayeke pirralî. Em hemî dikarin tevlî vê kampanyayê bibin. Lê têkilî bi TV û rojnameyan re danîn ne karê min an bikarhênerên din e, karê admîn û berpirsiyaran e. Bo mînak, kekê Erdal Ronahî herkes nasdike û TV jî guh didin wî. Lê ez rabim bêjim "werin ey TV yên me, êdî dev ji bijî bijiyan berdin, êdî dev ji hizbayetiyê û karên beredeyî û bêwate berdin û bo pêşvexistina çand û wêjaya nivîskî ya Kurdî bikin hwd" kes guh nade min :) Heya bigire wê bêjin "Ev kes tirşikçî, kemalîst nizanim çik" e. Bi kurtî kar hinde dikeve ser milên te kekê Erdal :) Tu mele yî em cemaat in. Eyb e ku hejmara gotarên me ji ya Tirkan kêmtir e. Kampanya sedî sed pêwîst e biravcano. --Bablekan 19:23, 5 reşemî 2007 (UTC)
Kekê Bangîn te baş fikiriye. Ew girê çawa tê çêkirin, ez nizanim. Lê heger hebe ez ê jî ji gelekan re birêbikim. Ez bi hêz û zanîna xwe amade me bo her plansaziya we. Serî de divê em hejmara bikarhêneran zêdekirin bidin. Dîsa em li hemî bikarhêneran bikin peywirdarî ku qet nebe rojê gotarek binivîsînin an bi awayeke din. A rastî heger mirov qebûlbike ku kampanyayek pêwîst e. karên ku bên kirin jî pirr û pirr in. --Bablekan 19:23, 5 reşemî 2007 (UTC)
Vêgav rexne û pêşniyarên min ev in. Lê hêj gelek daxwazên min hene.. --Bablekan 16:02, 2 reşemî 2007 (UTC) Tuî rastî Bablekan. Serve; Ji bo benda 1- Ku gotar di aslê xwe de jî bi alfabeya latinî tê nivisandine mîrov di aslê xwe de binivisîne hîn baş e. Lê hin gotaran aslê xwe de mîrov nika binivîse. çimki li yekên pirtir orîgînal navên xwe hê ne. Şûna wê mîrov him ê di kurdî de binivîse, him jî gotarên dinên biguman teqez REDIRECT bike dibe. Yek jî ger ku orîgînalê de alfabeya latinî de ne di alfabeyeke dinê wek erebî an yewnanî, kîrîl an yekî din de tê nivisandine divê ku bi xwendinê kurdî were nivisandin. Cyrus the virus Ji bo benda 5-Wek tu jî zanî li bakur bi gelemperî nivisandin û xwendiniya bi kurdî nav kurden ma de kêma. Li başûr jî qasî ku ez zanim bi alfabeya latînî hevotin nine. Êrê qampanyake mirov bike baş e, lê va rastîya jî, maixabin niha wiha ye. Cyrus the virus [biguherîne] Motîvasyon jî pêwîst e û yek ji rêbazan eBo mînak kekê Erdal Ronahî dikare sîstemeke xelatdayînê lidarbixe. Kê 5.000 gotar nivîsî Cyber-xelateke zêr an zîv bideyê. Kê di nava salekê de ji 365 gotarî kêmtir nivîsî jî bi hesin, alîmînyûm hwd.. :) Bi kurtî aktîvekirina platforma guftûgoyan (wekî vir) gelek girîng e. Carcaran em fikr, rexne û pêşniyarên xwe li vir binivîsînin. Ev yeka han bi serê xwe têkiliya me germtir dike. Ez ê hin caran di vê rûpelê de ramanên xwe bînîm zimên. --Bablekan 19:46, 5 reşemî 2007 (UTC)
[biguherîne] Serûpelekî nuhRojbaş hevalno, carekê hele li vê sekin. Win ço dibînin? Baş e? --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 14:20, 9 reşemî 2007 (UTC) [biguherîne] Ji kerema xwe selef (%) rast binivîsîninEv sîmbol di Kurdî de bi navê "Selef" tê bikaranîn. Dibe ku li hin deverên din, bilêvkirinên din jî hebin. Li vir ez dibînim gelek caran bi şaşî beriya hejmaran tê nivîsîn. Eva ji ber bandora zimanê Tirkî ye. Ango; Şaş e: Li Edeneyê % 15 kes Tirk û neteweyên din, % 85 kes jî Kurd in. Rast e: Li Edeneyê 15 % kes Tirk û neteweyên din, 85 % kes jî Kurd in. Mirov nabêje "Selef 15", mirov dibêje "15 Selef". Li zimanê Almanî jî heman e. Gorî bilêvkirina selefê di axavtinê dem divê selef li pey hejmaran were. Erê ez dizanim Kurdên Bakur çiqas heyran û evîndarê Tirkî ne, herwekî rewşenbîrên Bakur jî, lê de serdema 21emîn de rewşenbîrên wiha tenê dikarin pez xwedî bikin. Serkeftin û Sipas. --Bablekan 18:49, 11 reşemî 2007 (UTC)
[biguherîne] Werin em bangeke standart bo dewlemendkirinê çêkin û wekî kampanyayek belavbikinMin li ser nave xwe bangek avakir û ji gelek malperanre birêkir. Hêj nû ye lê wê biweşînin. Min gavekê berê dît, malperekêbanga min weşandiye: Lînka wê: http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6960 Heger banga min baş e, hûn jî belavbikin wê baştir be. De ka nêrînên xwe bêjin. --Bablekan 11:35, 18 reşemî 2007 (UTC)
[biguherîne] Kê dikare?1- Şablon ji bo tîmên fûtbolê, bajar, gund, klûbên sportê, diravê welatan çêbike? 2- Kê dikare ji bo federedewletên DYAyê jî şablonekê çêbike? 3- Kê dikare rûpela me ya Kirmanckî, an jî beşa me ya Zazakî sererast bike? Ca binêrin, çi tevlîhev e.. Mirov dikevê lê nizane çi bike.. Di rûpela destpêkê de silava Soranî û Kirmanckî heye lê dema mirov ditikîne, diçe derekê din. Ez dixwazim Zazakî binivîsînim, lê naxwazim herim cihekê din bi tîpên Tirkî binivîsînim. Ê me jî em gava Zazakî ditikînin, reklama kesên ku dixwazin yekîtiya zimanê Kurdî hîç çênebe dikin. Sibê wê pirr kes werin bi Kirmanckî binivîsînin lê ew naxwazin bi elîfbeya Tirkî binivîsînin û naxwazin li dijî yekîtiya zimanê xwe derbikevin. Bi kurtî kê dikare hêsantir bike û rûpelekê bo Kirmanckî veqetîne û ji aliyê teknîkê ve baştir bike? Xwezî programgeriya, programnasiya min hebaya.. --Bablekan 05:24, 10 adar 2007 (UTC)
Di Wîkîpediyayên din de pirranî gotar bi şablonan in. Bo mînak bajar.. Nifûsa, koordînata, rûbera hwd bajêr di şablonê de tê bicihkirin û di derveyî şablonê jî agahiyên din tên danîn. Ango xwandin rehet dibe. Îcarê me hêj tevlîhe e. Mexseda min ne tenê bajar in, li gelek cihan ê me şablon nînin. Bo rûpela zazakî: Kekê mirov gava di destpêkê de pêlê "zazakî" dike, reklama "Wikipediya diq-zazaki" dibîne û hûn dixwazin em ji Wîkîpediya Kurdî derkevin û herin di "diq-miqan" de binivîsînin:) Problem ew jî nîne, îcar li wê diqê alfabeya Kurdî nîne û ya Tirkî tê bikaranîn. Îcar ew jî xizmeta Kurdî nake ya assîmîlasyona Zazakî bi Tirkî ve dike. Îcar li wir karê kulturî bêhtir, karê siyasetê tê kirin. Bo mînak înkara Kurdistanê tê kirin û ji Kurdistana Bakur re wekî gotina Komara Tirk a fermî "Anadoliya basûrê rojhilatê" tê gotin. Îcar heger ez çend gotinan ji wir kopî bikim bînim li vir pêşkêş bikim hûnê bêjin "ewqas jî nabe, ev heqaret û dijminahiya Kurdan e". Îcar mesele ev jî nîne, mesele bipêşxistina Kirmanckî ye. Îcar kesên wê zaraveyê/Zimanêdiaxivin ji xwe nabejîn "Zaza" û li gelek cihan (wekî Dersîm) heger hûn ji yekê re bêjin Zaza ew wekî heqaret fêhm dikin. Îcar ew kesana bi zorê binavkirinên gel red dikin û navê gel diafirînin. Kekê mino ma hewce nedikir bêjim ez jî nîv-Dimilî me. Wele kes nikare me bike Tirk û em xwe bixin 366 perçe jî em Kurd lawê Kurd in. Ruhên Seyîd Riza û Şêx Seîd neêşînin û wesiyetên wan li me hene. Îcar ma li Wîkîpediya jî siyaset dibe? Na! Îcar me kê dike? Îcar ma em jî reklama wan dikin.. Di destpêkê de dibêjin "Werin ha werin talana qeşmeran e". Bi kurtî nabe! Îcar ew jî nîne mesele. Mesele sibê-dusibe gelek kes dê werin vir û bi Dimilî binivisînin. Ez jî çendan nasdikim lê ew dilê xwe digirin dibêjin çima beşa Dimilî ewçend kêm e. Îcar mesele ew jî nîne kekê min. Tevlîhevî gelek e kurban. Heger eva tenê "Wîkîpediya Kurmancî" ba, problem nebû. We navê wî daniye "Kurdî" îcar mecbûr e zaraveyên / zimanên Kurdî yên din jî werin bikaranîn. Îcar ê me ti sîstem nîne. Ez dixwazim bo mînak li ser gundê xwe bi 3 zaraveyan agahdarî hebin. Îcar de were safî bike.. Li kû, çawa binîvîsînim? Bi serê hemî gotaran ve Kirmanckî, Kurmanckî, Soranî binivîsînim? Heger wisa biki, îcar çi hewceya "di destpêkê de riya Soranî-Kirmanckî dayînê" ye? Ev e mexseda min. Ez dixwazim birêkûpêk bin. Hûnê bêjin de ka tu çêbike! Kekê mino ma ez nizanim û tendurustiya min jî dest nade ez herim kurs-mursan û teze fêrî programgeriyê bibim. Ma ji xwe ev nû ye min Kompûter naskiriye.. Xwezî ê me 3 Wîkîpediya bana.. Wîkîpediya Kurmancî, Wîkîpediya Soranî (bila bi tîpên Erebî ji xwe re berzê berzê bigotana) û Wîkîpediya Kirdkî (an Kirmanckî, an Dimilkî an Ginîkî an zazakî lê sedî sed bi elîfbaya Kurdî ne ya Tirkî). Ev jî meseleyeke mezin e û em nikarin wisa bi hêsanî safîbikin. V êgav ev in gotinên min, hêvî dikim hinek din jî hatime fêhmkirin. Bêî endîşeyê Wîkîpediyayeke bi rengîn çênabe [biguherîne] Xani û koordînatorHevalî me Xanî şaşbûnekî kir û ji ber ko wê em dîsa girekin ji wî ya dijî wî ra hilbijêrin. Xêra xwe alîkarîya me bikin û li vir dengî xwe bidin. Spas, --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 16:10, 18 adar 2007 (UTC) [biguherîne] Bila koordînatorek, yê demekê dirêj karnekir, bimîne koordînator?Xêra xwe hilbijêrin. Spas, --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 10:52, 25 adar 2007 (UTC)
[biguherîne] WêneÇawaniya danînka wêneyan hember gotaran. Problema min demê gotarên xwe dinisînim ku nizanim çawa wêneyan ji beşên wêkîpêdiya derînim.Ger hûn dikanin alîkariya min bikin di vê pirsgirêkê bikin û we gelek spas dikim ji dil. (Ev gotara ji Ronikurd (Nîqaş • Gotarên wî • Reşahîya asteng kiriyan • xeyrandinê nêv • Reşahîyan • Bikarhêner asteng bike) hate nivîsandin) --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 09:40, 3 avrêl 2007 (UTC) [biguherîne] Hevalno, em bi hev ra di projektekî da bixebitin!Rojbaş hevalno, fikrekî min heye. Pir kategorî hene, yê girekin werin "pakkirin", yanî pir kategorî bi navên şaş hatine nivîsandin. Mişklekî din ev kategorî ne: Kategorî:Kurt, Kategorî:Wîkîpediya:Çavlêgerandin. Herdu kategorî girekin carekê werin pakkirin, yanî ew gotar yê têda girekin werin xeyrandin û piştî wê jî ew şablon girekin werin jêbirin ji wê rûpelê. Hên jî ez difkirim, mera wan gotaran, yê di Kategorî:Mêr û Kategorî:Jin da ne, biçûk biguherîne. Di wan gotaran da gireke niha her car hatibe nivîsandin, ew kesa ji kîjan dewletî ye (nimûne: Kategorî:Rûs). Hên jî ez difkirin, mera wek "competition / Wettbewerb" ekî çêke. Ez niha nizanim ew peyva bi kurdî çîbû (pêş...nizamçi), min ji xwe bîr kir. Her kes yê dixaze kane bi mera bilîze. Ez difkirin, bila her kes piştî du heftan (yanî heta rojê 8'ê tîrmehê 2007) gotarekî dirêj binivisîne, ew gotarên baş ê werin nîşankirin (nivîskar jî). Ev fikrê min yê paşî ji vir tê ;-) Niha herdu tişt bes fikrên min in. Win çawa li ser van meselan difkirin? Xêra xwe fikrên xwe jî li ser vê tiştî ji min/me ra bêjin. Silav, --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 17:40, 26 pûşper 2007 (UTC)
[biguherîne] ÇI YE FÎLOZOFOYA WÎKÎPEDIYA Û EM1- Di wîkî ya me de kêmasiyên bicihanîna fîlozofiya Wîkîpediyayê dikare bê rexnekirin. Fikr û nêrînên gelek ecêb hene. Hemî gotarên me yên derbarê ol û kêşeyan de para rexneyê ne. Xwediyê gotaran fikr û nêrînên xwe yên zêde-radîkal û alîgir propaganda kirine ji me re. Gelê Kurd laîk e. Rêz û hurmeta wê ji hemî olan re heye lê fundamentalîst nîne. Ji xwe fîlozofiya Wîkîpediyayê jî ev e. Bi rastî gotarên me yên derbarê ol û beran de NABIN. 2- Problemên me yên "Bakurî û Başûrî" hene. Yek dibêje Xeta Celadet, ê din dibêje devoka Badîn.. Yek dibêje "em gotaran wekî orgînala xwe binivîsînin daku di paşerojê de zarokên me bikaribin di makîneya lêgerînan de bi zimanê Kurdî li gotaran bigerin", ê din dibêje "na ya rast bilêvkirin e".. Bi kurtî nakokiyên mantalîteyan jî hene. 3- Em gotarên xwe gelek û gelek kin (kurt) dinivîsînin. Hema serî de ez Bablekan.. Ez ê hewl bidim xwe.. 4- JI ADMÎNAN RE: Aya çiqas abzûrt e ku mirov zaraveyên Kurdî ji hev biqetîne? Bo mînak ne yek lê 3 wîkîpediyayên Kurdî hebin. Berê em viya bi wêrekî nîqaş bikin. Heger nabe, em ê wekî niha nekin, her 3 zaraveyên Kurdî (Kurmancî, Dimilkî û Soranî) paralel bipêşbixin. Heya niha me Zazakî (Kirdî, Ginî) gelek kêm hiştiye. Ji xwe ti hêviya min jî bi Soranîaxêvan nîne (di warê bipêşxistina Wîkîpediya Kurdî de). Camêrno hez ji tiştinên wiha nakin. 5- Dîsa dibêjim, em kampanyayeke mezin bo bipêşxistina Wîkîpediya me lidarbixin. Gelek pêşniyarên min hene. 7- JI ADMÎNAN RE: Aya çiqas abzûrt e ku em armanceke wiha bidin pêş xwe û dema hejmara gotarên me gihîşte 50.000 an 100.000´î pîrozbahiyekê lidarbixin û li wir hevnasîn û bêhnvedaneke têrgerm bikin? Motîvasyon jî wekî nan û penêr e. Hin caran bitehm e. Vêgav li kargehê me, bo niha bes e. Herçendî em behsa kêmasiyan hwd dikin jî, wikîpediya Kurdî rojbiroj dewlemend û bikêrhatî dibe. Li vir bikarhêner xwedî çi û kîjan nêrînê jî bin, di atmosfereke mirovane, demokratîk û bêalî de karê xwe dikin. Em ji Wîkîpediya Kurdî hez dikin. --Bablekan 11:38, 4 kewçêr 2007 (UTC) [biguherîne] InfoboxSlaw, Ji bo fîlmên sînemayê "infobox" çawa tê çêkirin?. Kê dikare alîkarîyê bike ecêp?.--Benyadem 20:20, 14 kewçêr 2007 (UTC) Gotnên wek hev yên zimanê Avêsta Û Kurdî
[biguherîne] Iranian CalendarHi,
--Soroush 21:07, 2 sermawez 2007 (UTC) [biguherîne] Hun ji kerema xwere kanibin bi tirki ji tixin sayfa xeselav u rez
[biguherîne] Bot command translationsHi. Could anybody translate me these interwiki bot commands to Kurdish (they will be displayed in all interwiki bot summaries instead Arabic)?
Thank you. lt:User:Hugo.arg 08:47, 16 reşemî 2008 (UTC)
--Cyrus the virus 12:14, 16 reşemî 2008 (UTC) [biguherîne] Jêbirina GotaraÇawa mirov dikarê gotara jêbibê (ji ber ku gotar heye, anjî ne pêwiste û hwd.)? spas
[biguherîne] wênewêne çawa li kêleka nivîsê tê barkirin. [biguherîne] بهڕێز ، سڵامبهڕێزان ماندوو نهبن ، من تارق وهیسیم له شاری کرماشان - پهیوهندی ئهگرم و بهڕێوهبهری ماڵپهڕی ههورامان نێت م ، مهبهستم له ئهم پهیوهندیه ئهوه بوو که ئهگهر بۆتان ئهکرێت ، بهشیک به زاراوهی ههورامی له ویکیپ|ێدیا دا بکهنهوه ، چوونکه ههروهها که دهزانین له زاراوهی ههورامی فره وشهی دهستکاری نهکراو و ئهسیل ماونهتهوه که بۆ پاراستنی زمانی کوردی و گهلی کورد دهبێت کاری بۆ بکرێت . زۆر سوپاس بۆ ئهم ئهرکه رۆشنبیرییه tareqwaisi@gmail.com hewraman.net/mal [biguherîne] Betawiki
[biguherîne] Lêzêdekirina tîp anjî herfên kurdî li rûpela Destpêk êDi rûpela Destpêkê de eger mirov bixwazê li gotarkê bigerê rastî vê pirsgirêkê tê: herfen kurdî Çç, Êê, Îî, Şş û Ûû nezîkî cihê lêgerînê tune û eger ew herf li ser tastatûrê ne tomarkirî bin, mirov nikarê li gotarên kurdî bi wan herfan bigerê. Gelo mirov nikarê wan herfên li bin lêgerînê bicih bikê? --Kurdodino 17:08, 8 gulan 2008 (UTC)
[biguherîne] bajarê CivanrûBajarê Civanrû Cevanrûd ya Civanrû,bajareḱe ser bi vilayeta Kirmanşahê û ketîye navbera bajarê Revanser û Pavê ḱu di rojavaya Kirmanşahê de ye xelḱê bajar bi tevavî kurdin û zarava van Cafîye û yeḱ ji zaravên soranî tê ĥesibandin ḱû geliḱ nêzî zarava Erdelanî ya Sine ye.musulmanin û li ser mezhebê şafiėîne.bazerganîya bajar girêdayî bi bazaroḱeḱê ye ḱu ketîye xîyavaneḱê de di rojhilata bajar,cinsê xaricî divê bazaroḱê de tên belavḱirin û ber vê hindê xelḱên bajarên dine Îranê serdana vê diḱin. kesb û karê xelḱê gundê derdora vê verzêrî û ajaldarîye,piranîya zevîzarê van dêmin û malatê van pez û bizin. rojên teėtîl de veḱî înê ku dinav velatên bisilman de teėtîla resmîye,gundîyên derdorê ji guzerana xve re pez serjê diḱin û dara diveḱin û difroşine rêvîng û kesên bi qesta seyranê têne vî velatî,her çend qedeman vêde dîmeneḱî ha tê dîtin,(kîloya goşt 5000 heta 6500 tûmenê Îranê tê firotin di sala 2008 goreḱî min dîtî)ev bajare li nav ċiya de hatiye avaḱirin û mal û xiyavanên vê berevxar û berevjorin û ketine nav dolan û singê giriḱan bi cireḱê ḱu şeher ĥemî bi careḱê nayê dîtin,devr û berên bajar bi tevavî daristan û cengeleḱî kesḱe tu dibêjî xêliyeḱî kesḱe ḱu ser serê ċiyayê bilinde Şaho dane.di navbera Civanrû û Pavê şiḱevta mezine Qorîqela bala ĥemî musafirê vê rêkê dikişîne.hijmara xelḱê vî bajarî derdora 50î ĥezar kesî tê texmînḱirin CD ya dêhxuda derbara ċiya û ċem û asevarên ḱevnare vî bajarî de dibêje ; ċiyayê vê menteqê bi vî avayîne silsile ċiyayê Şaho bilintirîn ċiyayê vilayeta Kirmanşahê bi bilindîya 3370 mêtran ji derya bilintire ketiye bakûra rojhilatê bajar.ċîyayê dûyê ji zincîr ċiyayê Şaho ḱu di rojavaya Şimşêr desṗêdibe û digîje ċemê Sîrvan, desṗêka vî ċiyayî bi Ateşgeh meşhûre,nîveḱa vê bi navê Gezn û davîya vê Zerdoyî navbange,Ateşgeh 2462,Gezn 2389,zerdoyî 2153 metre.zincîra sêyê ji Qelėegehê desṗêdibe û hêdîhêdî bilindatiya vê zêde dibe di navbera ċemê Merexîl ċemê Leyle cihê giheştina ċemê Leyle bi sîrvan didome û bilintirîn tûtiḱa vê Makûhan bi bilindîya 2615 mêtir dikeve bakûra gundê Kilaş ev ċîyaye ṗiştî Şaho bilintirîn ċiyayê vî bajarîye û eteḱên vê cengel û daristane û axira rojhilata vê Dirḱ û Bîzil tê binav ḱirin. zincîra çarê di başûrê de û muvazî digel ċemê Leyle, Hêsir(hêstir) û Serbend hatiye binav ḱirin.bilindîya Hêsirê 2171 mêtre.Etegê vî ċiyayî jî bi darê cengelîye belûtê hatine xemilîn.hat û çon bi sedema lêj bûna vê û daristaniya vê di vî ċiyayê de geliḱ zeĥmete.muhimtirîn ċemê vê Leyle û Merexîle û asevarên ḱevnare vê ḱela xirabeye Gebrîye ḱu ser tûtka ċiyayê gundê Revanzerdoyî ye.ḱela xirabe meşhûr bi pisge di bakûra rojhilata Şimşêr deye.ḱela xirabe Seyid Eĥmedbeg di rojhilata Mezîdî yê de û ser gireḱê ye.ḱela xirabe meşhûr bi Çengîzxan di bakûra ḱela Civanrû ser gireḱê ye,Kela xirabeye Qereqelėe di bakûra rojhilata gundê Qorî qelėe…,ḱela xirabeye Simbor di bakûra rojhilata gundê Mensûr Aqayî,şiḱevta Kavik Civanrû de cihên dîtina ėeleqmendên asevarên ḱevnarin. Seyid Feysel Moctevî Sine 2008-05-13 |